Kanireş navçeyekê bajarê Çewlikê ye. Navçe di hêla çiyan da hatîye dorpêçkirin û navê wê 1938an da hatîye guhertin û bûye Karlıova.Heta wê demê gundekî bi Gêxî yê va girêdayî bûye Bilindayîya wê 1940m, rûpîvana wê 1349km2 ye.
Tabloya Naverokê |
Nifûsê navçê nêzîke 11 000 kesane.
Çiyayên li dora Kanîreşê Kox (Çîyayê Bîngolê) 3500 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793m, Çiyayê Şerevdînê 2544m û Çiyayê Qertalixê …m bilindin.
Hilhatina rojê li li dinê 2 cîyan tê temaşekirin ji van her 2 cîyan yekjî Kox da ye(Çîyayê Bîngolê). 47 gund pêva girêdayêye.
Deşta herî mezin Deşta Gonîgê ye
Sê Çemên henin lê derfetê dirêjîya wanda agahî nîne.
Navçê Zedetir bi zozanê xwe navdari Zozanê Şervdîne û Zozanê Bîngolê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye di nava tixûbên navçeda ye. Ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên.
Di Gundê Hemzan da Germawek he ye
Golbehrî; li qerxepazare yê Gola Eko; di navbera Alpîran û Siqavêlandaye
Şikevta Kupikê; li gundê Kupikeye, li ser dîwarên Şikevtan hinik verojtinên dema Kevirî henin.
Li Xelîfan û kûrîkê da Rêjeya Lînyit heyê. Rezerva hatîye dîtin 88 844 000 ton, rezerva tê şuxilandin 56 545 000 ton hatîyê tespîtkirin.
Li vî navçê zivistan gelek dirêje û sarê bi mêtroyan berf dibare.Zivistana vî bajaroke di meha 11 da destpêdike heyan nîvê nîsanê didome. Ji nîvê Nîsanê şunva bihar destpêdiki bihar bi baran derbaz dibi le mixabin bihar li vir kine.Havîn bi hûnikayî derbazdibe.
Alpîran, Azîzan, Baxçe, Baxlo, Boran, Botan, Cevan, Cîlîgol, Çatax, Çewlîg, Çêrme, Çiftlîg, Çir, Çirik, Erebo, Hacîyan, Heznawe, Hunya, Kumet, Kupik, Kurik, Lîçik, Mozanî, Oxnût (Gonîg), Qazanî, Qaşuxçî, Qelencux, Qerebalçix, Qerehemzan, Qerxebazar, Qizilçubûx, Saxnîs, Selekan, Siqavêlan, Şorik, şarug, Toxlan, Ûncelix, Wêranşar, Xelîfan, Xişok
stock | retire | vm
Why are we here?
All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License
This page is cache of Wikipedia. History